Li Kerkûkê çend xaniyên din ên hemwelatiyên kurd hatin hilweşandin    ​​​​​​​

Li Kerkûkê çend xaniyên din ên hemwelatiyên kurd hatin hilweşandin ​​​​​​​

.

A+A-

 Li ser biryara parêzgerê sepandî yê Kerkûkê, lijneyên hevbeş ên qaymeqamiya navendî ya Kerkûkê çend xaniyekî din ên hemwelatiyên kurd li taxeke bajar hilweşandin.

Li taxa Penca Elî ya bajarê Kerkûkê helmetekî din a hilweşandina hejmarek xaniyên hemwelatiyên kurd bi bahaneya ku xwediyên wan xaniyan tapoya wan tine û li ser erdê hikûmetê xanî çêkirine xaniyên wan hatin hilweşandin. Ew helmet dh 03.03.2021ê birêve çû û yek ji wan kesên ku xaniyê wî hatiye hilweşandin Pêşmergeyekî xelkê Xurmatû ye ku berê li Xurmatû ji aliyê Heşdî Şeibî ve mala wî hate hilweşandin û naha jî li Kerkûkê xanî ava kiribû, dîsa xaniyê wî hate hilweşandin. Berî wê jî gelek caran li heman taxê helmeta hilweşandina xaniyên hemwelatiyan birêve çû.

Vê derbarê de çalakvanê civaka sivîl li Kerkûkê Edhem Cuma ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derveyî şerê netewî û hilweşandina xaniyên hemwelatiyên kurd li Kerkûkê, naha berjewendî jî hatiye ser wan hemûyan. Ango diçin bi bahaneya projeya xizmetê dê li wan cîha bê çêkirin, hin xaniyan hildiweşînin bo ku desthilatdarên naha yên Kerkûkê bo xwe hem pare bi navê wê projeyê wergirin û hem jî ziyan bigehînin kurdan û xaniyên wan hilweşînin.

Herwaha got: ‘’Zanyariyên min heye li Kerkûkê civîn birêve çûye bi armanca hilweşandina xaniyan, dê dest bavêjin hemû taxên ku bê tapo ne. lê naha wekî ceribandin vê derê destpê kirin û malan hildeweşînin.’’

Li Kerkûkê 14 tax bê tapo ne û piraniya wan taxan jî kurd in û piraniya wan ji koçberên ku piştî sala 2003 li herêma Kurdistanê ve wegeriyan bo bajarê xwe û ji ber nebûna cîh û li ser erdê hikûmetê xanî ava kirin û heta roja 16ê cotmeha 2017ê îdareya wê demê ya bajarê Kerkûkê ti astengiyek bo wan çênekir.

Ereb û tirkmenên şîe li gelek cîhên cuda yên bajarê Kerkûkê naha bi xanî ava kirinê ve mijûlin û hemû jî li ser erdên hikûmetê çêdikin û ti pirsgirêka tapoyê bo wan nayê derxistin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin