Li Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

.

A+A-

Di êrişeke asmanî ya balefirên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de, li parêzgeha Kerkûkê 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê belav kir, di êrîşeke asmanî ya Hevpeymanan li ser çend penagehên çekdarên DAIŞê de li navçeya Tamor a parêzgeha Kerkûkê, 10 çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku 3 ji wan berpirsên bilind ên DAIŞê bûn.

Ji aliyekî din ve, li sînorê Fermandariya Operasyona Cizîrê 7 penageh hatin îmhakirin û piştîneyeke bombebarkirî hate pûçkirin.

Her di derbarê kiryarên DAIŞê de, Berdevkê Ajansa Dijeterorê ya Iraqê Sebah Noman diyar kir, DAIŞ têk çûye, lê bi dawî nebûye.

Herwaha got, ji sala borî ve ajansa wan bi piştevaniya zanyariyên îstixbaratê ve, çend operasyon encam dane û karîn gelek êrîşên teroristî pûç bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin