Li Iraqê 5 kes bi gumana nexweşîya Koronayê ketin bin çavdêrîyê

Li Iraqê 5 kes bi gumana nexweşîya Koronayê ketin bin çavdêrîyê

Li parêzgeha Zîqar ya Iraqê 5 kes bi gumana ku bi nexweşîya Koronayê ketine, ketin bin çavdêrîyê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berpirsê fermangeha tenduristîya parêzgeha Zîqar ya Iraqê, Ebdulhusên Cabirî ragihand, îro danê sibê 5 kes li Zîqarê bi gumana ku bi nexweşîya Koronayê ketine, ketin bin çavdêrîyê.

Cabirî her wiha da zanîn, 4 kes ji wan kesan ji Îranê vegerîyane û yek jî xelkê Necefê ye ku çûye Zîqarê.

Heta niha li Iraqê 17 kes û li Herêma Kurdistanê jî 5 kes bi nexweşîya Koronayê ketine.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin