Li Îranê 217 kesên din bi Koronayê can dan

Li Îranê 217 kesên din bi Koronayê can dan

Li Îranê 217 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 2400 kesên din jî pê ketin.

A+A-

Berdevka wezareta tenduristîya Îranê, dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 saetên borî de 2 hezar û 414 kes li Îranê bi Koronayê ketine û hejmara pêketîyan gihîştîye 276 hezar û 202 kesan.

Dr. Larî her wiha da zanîn, ji duhî de 217 kes jî bi Koronayê mirine û hejmara mirîyan gihîştîye 14 hezar û 405 kesan.

Berdevka wezareta tenduristîya Îranê anî ziman ku heta niha 240 hezar û 87 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar û 583 nexweşan jî xirab e.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin