Li Îlamê girtiyekî kurd hat bidarvekirin

Li Îlamê girtiyekî kurd hat bidarvekirin

.

A+A-

Piştî zêdetirî mehekê eşkere bû ku girtiyekî kurd li bajarê Îlamê hatiye bidarvekirin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, girtiyekî kurd bi navê Riza Nûrî (33 salî) roja 2 Kanûna sala 2020 li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû bidarvekirin lê heta niha di medyaya Îranê de behsa wê yekê nehatiye kirin.

Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd, xelkê nahiya Dereşar ya Îlamê bû 6 sal berê û bi tohmeta kuştina kesekî din hatibû girtin û bi sizayê qîsasê hatibû mehkûmkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin