Li Hewlêrê yekem nexweşxaneya taybet bi Koronayê tê girtin

Li Hewlêrê yekem nexweşxaneya taybet bi Koronayê tê girtin

Rêveberê Giştî yê Tendirustîya Hewlêrê ragihand, ji ber ku tûşbûyên vîrusa Koronayê li nexweşxaneya Pêşmerge baş bûne û di van rojan de ti nexweşeke din ê koronayê li wê nexweşxaneyê nehatine razandin, nexweşxane tê girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Dr. Dilovan Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Nexweşxaneya Pêşmerge yekem nexweşxane bû li parêzgeha Hewlêrê ku ji bo çareserkirina tûşbûyên Koronayê hat terxankirin, û niha ji ber ku piranîya tûşbûyên li wir baş bûne û tenê du tûşbû lê mane, ku ew jî dê ji bo Nexweşxaneya Îmaratî ya li Hewlêrê bêne veguhastin, dê nexweşxane bê girtin.”

Dilovan Mihemed got, tevî ku nexweşxane tê girtin lê belê staf û amûrên li wê nexweşxaneyê bo her haleteke pêwîst dimînin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustîya Hewlêrê dîyar kir, “niha li Hewlêrê nexweşên Koronayê tenê li herdu nexweşxaneyên Îmaratî û Rizgarî hene ku hejmara wan 44 kes in.”

Bi gotina Dilovan Mihemed li bajarê Hewlêrê niha li Nexweşxaneya Hewarçûna Rojava pişkinînên taybet bi ji koronayê tê kirin.

Di derbarê tendirustîya tûşbûyên Koronayê de, Dr. Dilovan Mihemed destnîşan kir, bi giştî rewşa wan a tendirustîyê baş e û ew niha li benda encamên pişkinînan in, dema ku encamên pişkinînên wan paqij bûn, dê ji nexweşxaneyê derkevin.

Wî rayedarê tendirustîya Hewlêrê tekez kir, di dema bihê de ew dê nexweşxaneyeke din a taybet bi Koronayê jî bigirin, lê belê dîyar nekir, ka ew dê kîjan nexweşxane be.

Parêzgarê Hewlêrê, Ferset Sofî jî ku şeva Yekşemê 19ê Nîsanê beşdarî bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV bibû, ragihand ku dema 8 rojan e ti pêketineke nû ya koronayê li sînorê parêzgeha Hewlêrê nehatîye tomarkirin û tekez kir, eger rewş bi vî awayî ber bi başbûnê ve biçe, ew dê hêdî hêdî dest bi sivikkirina rêkarên qedexeyê bikin.

Herwiha herî dawî 7 pêketîyên koronayê li Hewlêrê baş bûn û bo malên xwe hatin şandin. Li gor Rêveberîya Tendirustîya Hewlêrê, heta niha 125 tûşbûyên koronayê li sînorê Hewlêrê baş bûne.

Heta niha li Herêma Kurdistanê 337 kes bi vîrusa koronayê ketine, ku ji wê hejmarê 270 kes baş bûne û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin