Li heskîfê tene 5 malbat li bajêr mane

Li heskîfê tene 5 malbat li bajêr mane

Di demen dawîn de ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê bajêr hat valakirin ku ew bajarê serjimarîya wê 5 hezar bû niha buye bajareke vala û mirî. Di bajêr de tenê 5 malbat û esnaf mane.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Bajarê dîrokî û navdar Heskîf ku dîroka wê heta 12 hezar salan jî diçe heta sala 2019an jî bênavber bajareke zindî bû. Lê di demen dawîn de ji ber çêkirina Bendava Ilisûyê bajêr hat valakirin ku ew bajarê serjimarîya wê 5 hezar bû niha buye bajareke vala û mirî. Di bajêr de tenê 5 malbat û esnaf mane. Yek ji wan esnafan jî Şivan Elî ye ku dibêje demekê bi xêra geşt û guzarîyê hem kare wan gelek baş bû hem jî bajarê wan rengîn û zindî bû lê rewşa bere nema ye.

Esnafê Heskîfê bi navê Şivan Elî dibêje:"Esnaftî êdî li vê derê zehf pirsgirêk e. Li vê derê geşt û guzarî jî mir. Ti kesî nedîxwest ku ji cihê xwe derbikevê. Vaye hun Eskîfa me dibinin. Dîrokek wisa kevin wekş ku bombe lê bibiarin ruxîya. Ne keyfa me ma, ne jî hevaltî ma.hevalên me hemu belav bûn. Li bajarê nû de jî ew derfetên ku li vir hebun nînin."

Berîya ku Heskîf were valakirin 5 hezar welatî di Heskîfê de dijîyan lê niha di heskîfê de êdî nişane û tevgerên jîyana rojane nemane. Tenê 5 malbat di Heskîfê de mane û li ber xwe didin ku jîyana xwe bidomînin lê dile wan şikestî ye û amaje dikin ku çarenivîsa wan ne dîyar e.

Gulê Îdak-Welatî- dibêje:"Rewşa me ne baş e. Em li Heskîfê hatin dine û liv ê derê mezin bûn. Xelk hem uçun em man tenê. Wexta av jî bigihê me. Em şepirze bune. Bajar jî vala bûye. Îca em ê çi bikin. Em ê biçin kuderê. Ji me nayê em xanî jî kire bikin. Keça min nexweş e. Ez her meh dibim Dîyarbekir. Xanîyê me wexta biruxê. Lingê me di zikê me de ye."

Wehît Îrîdîl-Welatî- got: "Berê heyata me xweş bû. Em ji heyata xwe memnun bûn. Niha Heskîfê xirap dikin. Av jî digihîjê me. Em liv an deran perişan bûne."

Piştî ku Heskîf hate valakirin piranîya welatîyên Heskîfê derbasî Heskîfa nû bûn ku di hemberî Heskîfa resen bajarek nû hatîye avakirin û 760 xanîyên nû hatin çêkirin, lê ji berk u bo hemu welatîyan xanî nehat dabînkirin beşek ji welatîyên Heskîfê di bajarê hatî valakirin de li benda qedera xwe ne.

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin