Li Hesekê 4 zarok bo malbatên wan têne vegerandin

Li Hesekê 4 zarok bo malbatên wan têne vegerandin

.

A+A-

 Biryar e îro li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 4 zarokên ku tevlî leşkeriyê bûn, bo kesûkarên wan bêne vegerandin.

Li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya hewldanên pêşîlêgirtina leşkerkirina zarokan de, îro Pêncşemê 28ê Çileya 2021an çar zarok dê ji bo kesûkarên wan bêne vegerandin.

Serokê Ofîsa Parastina Zarokan li Hesekê Xalid Cebir ji Rûdawê re ragihand, biryar e îro seet 11 berî nîvro 4 zarokên ku hatine çekdarkirin yan jî tevlî karê leşkerî bûne, bo malbatên wan bêne vegerandin.

Xalid Cebir diyar kir ku sê zarok dê bêne vegerandin lê yê çaremîn ji ber ku mala wî li Şehbayê ye û heya niha kesûkarê wî nehatine naskirin, dibe îro negihe malbata xwe.

Ji 86 kêysên birin û çekdarkirina zarokan ku di sala 2020an de li Ofîsa Parastina Zarokan hatine tomarkirin, 12 zarok bi rêya wê ofîsê ji bo malbatên wan hatine vegerandin. Rayedarên wê ofîsê dibêjin, ew hewl didin zarokên din jî vegerînin nav malbatên wan.

Roja 29ê hezîrana sala 2019an, li Koçka Neteweyan ser bi Neteweyên Yekbûyî, Fermandeyê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî û  Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yên Neteweyên Yekbûyê Vêrjîniya Gamba, rêkefrtina qedexekirina çekdarkirina zarokên ku temenê wan kêmtir ji 18 salan e îmze kirin.

Li ser bingeha vê rêkeftinê, Rêveberiya Xweser roja 30yê Tebaxa 2020ê, Ofîsa Parastina Zarokan di Şerên Çekdarî de vekir.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin