Li Herêma Wanê Termên 7 Penaberên Din Hatin Dîtin

Li Herêma Wanê Termên 7 Penaberên Din Hatin Dîtin

Li Bajarokê Ebexa (Çaldiran) Wanê ya ser sînorê Îranê, piştî germbûna hewayê û helîna berfê, termên 7 penaberan hatin dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Penaberên ku termên wan hatine dîtin, ji Afganistan, Pakistan û Sûrîyê hatine û meytê wan jibo otopsî ji nexweşxanê re hatin şandin.

Endamê Komîsyona Koçberan ya Baroya Wanê Mahmut Kaçan got ku penaberan di Şubatê de dema xwestinê ji Îranê derbazî Tirkîyê bibin, jîyana xwe ji dest dane.

Kaçan dîyar kir ku wê çaxê karbidestan jiber mercên hewayê nebaş nekaribûn herin heremê û termên penaberan bînin.

“Ev demeke dirêj e ku penaber li herema Wanê rastî çarenûseke wiha tên. Îsal zivistan dijwar derbaz bû jiber wê sedemê em bi tirs in ku bi helîna berfên ser erdê, pirtir term werin dîtin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor agahdarîyên Baroya Wanê, ji sala 2019’an vir ve li ser sînor pirtir ji 60 penaber jiber serma û zivistanê mirine û îhtîmel e di bin berfê de hîn termên din jî hebin.

Dengê Amerîka

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin