Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Koronayê zêde dibe

.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1144 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine. 

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1144 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1144 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 398 kes li Hewlêrê, 342 kes li Silêmaniyê, 365 kes li Duhokê û 39 kes li Germiyanê ne.

Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 1 kes li Hewlêrê, 5 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 760 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 118 kes li Hewlêrê, 217 kes li Silêmaniyê, 460 kes li Duhokê, 6 kes li Helebceyê, 45 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 201192

Mirin: 4568

Başbûn: 183989

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin