Li Herêma Kurdistanê hefteya bê, deriyên dibistanan têne vekirin

Li Herêma Kurdistanê hefteya bê, deriyên dibistanan têne vekirin

.

A+A-

Endamê Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ragihand; biryar e hefteya bê, deriyên dibistanan werin vekirin.

Endamê Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ragihand; biryar e hefteya bê, deriyên dibistanan werin vekirin.

Endamê Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand; piştî başbûna rewşa Koronayê (Covid-19) li Herêma Kurdistanê, îro Lijneya Bilind dê biryar bide ku hefteya bê, deriyên dibistanan werin vekirin.

Berî niha Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd di civîneke çapemeniyê de ragihandibû: “Di civîna Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê de emê pêşniyar bikin ku 6ê Sibata 2021ê perwedeya li dibistanan dest pê bike, eger rewş ji aliyê tendirustî ve guncaw be.”

Sedema vekirin û piştre girtina deriyên dibistanan li Herêma Kurdistanê ew bû ku piştî destpêkirina perwedeyê li nav polan, di nava mehekê de zêdetirî 4 hezar mamoste û 5 hezar xwendekar bi vîrusa Koronayê ketibûn.

Bi biryara Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê, di 16ê Çileya 2021ê de perwerdeya pola 12an a amadehiyê li dibistanan dest pê kiribû, herwiha biryar hatibû dayîn ku di 1ê Adara 2021ê de perwerdeya qonaxên 1ê seretayî heta 11ê amadehî li dibistanan werin destpêkirin, lê ji ber kêmbûna hejmara pêketiyên Koronayê, hatibû pêşniyarkirin ku ev dem were pêşxistin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin