Li Herêma Kurdistanê encumenek bo nehîştina madeyên hişber tê avakirin

Li Herêma Kurdistanê encumenek bo nehîştina madeyên hişber tê avakirin

Li Herêma Kurdistanê encumenek bo nehîştina madeyên hişber tê avakirin her wiha çend navend jî bo dermankirina kesên ku madeyên hişber bikar tînin, tê çêkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li Herêma Kurdistanê encumenek bo nehîştina madeyên hişber tê avakirin her wiha çend navend jî bo dermankirina kesên ku madeyên hişber bikar tînin, tê çêkirin.

Parlementoya Kurdistanê duhî xwandina duyem bo pirojeqanûna ku ji alîyê wezaretên tenduristî û navxwe yên Kurdistanê ve bo nehîştina madeyên hişber hatibû amadekirin, kir.

Di pirojeqanûnê de daxwaz hatîye kirin ku encumenek bilind bo nehîştina madeyên hişber were avakirin her wiha çend navend jî bo dermankirina wan kesên ku madeyên hişber bikar tînin, were çêkirin.

Li gorî agahîyan, parlementoya Kurdistanê di her du xwandinan de pêşwazîya wan pêşnîyaran kirîye û tê pêşbînîkirin ew pirojeqanûn wek xwe were pesendkirin.

Di wê pirojeqanûnê de hatîye xwastin ku bazirganên madeyên hişber jî bi tundî bên cezakirin û cezayê wan jî ji dayîna dirav bigire heta îdamê biçe.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin