Li Herêma Kurdistanê dermanê Koronayê!

Li Herêma Kurdistanê dermanê Koronayê!

Li Herêma Kurdistanê, dermanê nexweşîya Koronayê ji alîyê şîrketeka taybet ve hat çêkirin.

A+A-

Şîrketa çêkirina derman ya bi navê “Awamedica”, ku navenda wê ya serekî li Hewlêrê ye, dermanê nexweşîya Koronayê çêkir.

Rêvebirê markêtînga kompanyaya “Awamedica” Dr. Şaxwan Zahir ragihand, bi hevkarîya navendên pisporî yên cîhanê, wan karîn dermanê “Favipiravir” ji bo dermankirina pêketîyên Koronayê çêbikin.

Dr. Şaxwaz Zahir got jî: Yekem pişk ji wî dermanî, ji Wezareta Tendirustîyê ya Iraqê re hat şandin, ji bo li ser hemû navendên Koronayê bê belavkirin.

Ew dermanê han destpêkê li Rûsyayê hatîye çêkirin û li ser rizamendîya Rûsyayê, li Herêma Kurdistnaê jî hatîye çêkirin.

Bi gotina wî berpirsê şîrketa Awamedica, kalîteya dermanê ku li Kurdistanê hatîye çêkirin, ji yê ku li Rûsyayê hatîye çêkirin, baştir e, loma hikûmeta Iraqê biryar daye li şûna ku ji Rûsyayê bikirre, ji wan bikirre.

Tê pêşbînîkirin ku hikûmeta Iraqê pişka Kurdistanê jî bide. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin