Li Herêma Kurdistanê 600 hezar kes di nobeta vaksîna Covid-19 de ne

Li Herêma Kurdistanê 600 hezar kes di nobeta vaksîna Covid-19 de ne

.

A+A-

 Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, “Herêma Kurdistanê, hêj jî di rewşa metirsîdar a Coronayê de ye û pêwîstiya me bi zêdetir ji 6 milyon dozên vaksînê heye.”

Armanca Wezareta Tendirustî ya Herêma Kurdistanê ew e, ku heya dawiya îsal, ji sedî 20ê rûniştvanên Herêma Kurdistanê yên temenê wan di ser 18 saliyê re ne, vaksîna Coronayê werbigirin.

Serokê Desteya Kirîna Vaksînê li Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê, Dr. Aram Rostem dibêje, geheştina vaksînê berdewam dibe û di siberojê de vaksîneke zêde digihe herêmê.

Li gor amarên herî dawî yên Herêma Kurdistanê, niha li Herêma Kurdistanê 600 hezar kesan navên xwe ji bo wergirtina vaksînê tomar kirine.

Rêjeya dabeşkirina vaksînê jî li Herêma Kurdistanê gihîştiye ji sedî 9ê û ji tevahiya ew vaksînên gihîştine Herêma Kurdistanê jî, 450 hezar doz hatine dabeşkirin.

Niha hersê cureyên vaksîna Coronayê yên Pfizer, AstraZeneca, Sînofarm li ber destê Herêma Kurdistanê hene.

Wezareta Tendirustî, ji bo ku karasaniyên zêdetir bo welatiyan bike, çend tedbîrên nû girtine ber û bi awayek nivîskî bo rêveberiyên tendirustî amaje bi wê kiriye ku navendên pêdana vaksîna Coronayê zêdetir bikin, dema pêdana vaksînê heya demjimêr 20:00 êvarê bê dirêjkirin, dewam bi awayê hevguhertin û nobedariyê bê kirin û herwiha rojên Înê û betlaneyan jî ew navend vekirî bin.

Niha li 135 cihan vaksîn tê lêdan. Wezareta Tendirustiyê, bi rêya ew sîstema ku li ber destê wê ye, rêzbendiyê dide ew kesên ku daxwaza wergirtina vaksînê dikin.

Dr. Rehel Fereydûn, Birîkarê Wezîrê Tendirustî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir, nexweşxaneyên ku taybet bi Coronayê tije bûne û şiyana wergirtina pêketiyên din nemaye, niha kar ji bo vekirina nexweşxaneyên din tên kirin, lê eger nexweşxaneyên din jî bên vekirin, em nikarin beşên çavdêriya hûr li wan vekin, ji ber vê yekê, berî çêbûna karesatê, baştir e xweparêzî bê kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin