Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

.

A+A-

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 344 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 344 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ku ji wan 162 kes li Hewlêrê, 87 kes li Silêmaniyê, 89 kes li Duhokê û 6 kes li Germiyanê  ne.

Diyar kir jî, 2 kesan li Hewlêrê û 2 kesan li Duhokê ji ber Koronayê canê xwe ji dest daye. Herwiha û 114 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 110856 kes.

Mirin: 3541 kes.

Başbûn: 104602 kes.

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin