Li Helebceyê teqe li baregeha PDKê hat kirin

Li Helebceyê teqe li baregeha PDKê hat kirin

.

A+A-

Şeva din li bajarê Helebceyê teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin.

 Şeva din li bajarê Helebceyê teqe li baregeha Liqa 12 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kirin.

Li gor zanyariyan, di encama êrîşê de ziyanên madî derketine holê.

Berpirsê Liqa 12 ya PDKê Nuredîn Beşaretî ragihand; teqekirina li baregehên PDKê li wê deverê bûye diyarde.

Nuredîn Beşaretî eşkere kir: “Em ji aliyên ewlehiyê yên Helebceyê daxwaz dikin ku berpirsên vî karî desteser bikin.”

Beşartî destnîşan kir ku berê jî teqe hatiye kirin û eger îradeyeke cidî hebe ji bo desteserkirina wan kesan, desteserkirina wan hêsan e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin