Li gundê Ugayê çekdaran dest danîn ser hemû malên Kurdan

Li gundê Ugayê çekdaran dest danîn ser hemû malên Kurdan

.

A+A-

 Li gundê Ugayê li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê dest danîne ser tevahiya mal û milk, zevî û baxçeyên gundiyên Kurd.

Gundê Ugayê ji nişteciyên xwe yên resen bi temamî hatiye valakirin. Niha tenê 6 welatiyên Kurd, ku 3 jin û 3 mêr in û temenê wan di ser 65 salan re ye, li gund mane. Çekdaran heta darên nav ziyaretgeheke gund jî birrîne. Li aliyekî din jî çekdarên Feyleq el-Şam, ku baskê çekdarî yê Ixwan Mislimîne û Tirkiyê piştgiriya wan dike, 2 welatiyên Kurd Şewqî Mistefa, 65 salî, û Horo Ehmed, 37 salî, ku ji gundê Meydan Ekbesê ne girtin.

Dîmenên nav gundê Uga û birrîna daran ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatine şandin.

Di dîmenan de diyar dibe ku çekdar û Erebên hawide darên ziyartgeheke pîroz li gundê Uga, ser bi nahiyeya Bilbilê ya herêma Efrînê, dibirrin. Di ber birrînê re, dibêjin ku hêzên ewlehiya Tirkiyê, anku Istixbarata Tirkiyê ligel wan ne û tirsa wan tune ye.

Asewarên şerê dagîrkirina gund ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî wî welatê li ser mal û kolanên gund diyar in.

Gundê Ugayê 6 kîlometreyan li başûrê rojhilatê bajarokê Bilbilê ye. Li gorî çavkaniyên ku ji navçeyê ji Rûdawê re axivîne, ji ber taybetmendiya wê nahiyeyê ji aliyê çiya û pêgehê xwe ve, Tirkiyê siyaseta tirkkirinê lê dimeşîne û Tirkmenên hawirde ji bo cîbicîkirina vê siyasetê li nahiyeyê niştecî dike.

Dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, diyar dikin ku çawa malên gundiyan ne tenê ji nişteciyan lê ji her tiştî hatibûn valakirin û talankirin.

Gundê Uga ji 80 malî pêk tê û hejmara nişteciyên wî 400 kes bûye. Niha tenê 3 jin û 3ê mêr li gund mane, temenê wan di ser 65 salan re ye. Tevahiya malên gund bi Tirkmen û Erebên hawîrde hatine tejîkirin.

Derbarê guhertina demografîk li herêma Efrînê, 12 rêxistinên mafên mirovan daxwaz ji civaka navdewletî dikin destêwerdanê bike û van guhertinan rawestîne.

Serokê Encûmena Rêveberiya Navenda Kurdî ya Mafên Mirovan li Sûriyê Silêman Ismaîl di vê derbarê de ji Rûdawê re axivî.

Serokê Navenda Kurdî ya Mafên Mirov Silêman Ismaîl got: “Berî sala 2011 ango krîza Sûrî nifûsa herêma Efrînê ji sedî 98 Kurd bûn, lê niha derdora ji sedî 15ê ye. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye hewl dide ku demografiya yê bi temamî bi guherînê.”

Gundê Uga yek ji hejmarek gundên nahiyeya Bilbilê ye ku grûpên çekdar bi tundî rêgiriyê li vegera nişteciyên wan ên resen dikin. Heta niha hin gund li wê nahiyeyê bi temamî ji nişteciyên resen vala ne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin