Li gundê Hesarê şopa Cegerxwîn dimîne

Li gundê Hesarê şopa Cegerxwîn dimîne

Di sedsala 20ê de yek ji helbestkarên herî xurt ê nunertîya helbesta neteweyî ya Kurd kiri ye helbestkarê nemir Cegerxwîn e. Cegerxwîn ji gundê Hesarê ya Kercewsa Êlihê ye ku li gundê wî li pey wî xanîyê wî yê nîvruxîyayî û birazîyê wî yê helbestkar ma ye

A+A-

 

Mahîr Yuksel

Gundê Hesarê ya Kercews a Êlihê. Helbestkarek nemir derxistî ye ku di hişmendîya neteweyî ya Kurdan de helbest ciheke girîng digire. Di sedsala 20ê de di vî warî de yek ji nunerên helbesta neteweyî jî Helbestkarê Cegerxwîn e ku ji gundê Hesarê ye. Navê wî yê rastî Mele Şêxmûs e lê wî ji helbestkarîya xwe re navê "Cegerxwîn" neqandî ye. Cegerxwîn di sala 1903an de di vî xanîyê nîvruxîyayî de hatîye dinê. Birazîyê Cegerxwîn Hacî Mihemed Emîn amaje dike ew gelek xemgînin li bîranînên Cegerxwîn xwedî nayê derketin û ew serbilind in kesayetek wek Cegerxwîn binirx ji gundê wan derketî ye.

Hacî Mihemed Emîn (birazîyê Cegerxwîn) got:"Cegerxwîn wefat kir û çû lê di dilê wî de ma. Digot wê kengî ev Kurdistan çêbê. Di mala xwe de divê herkes bi Kurdî biaxife. Zelamek wek Cegerxwîn rabû ji bo welatê xwe, divê neye ji bîrkirin. Li Dinyayê herkesek zimanê wan heye, yê tirk û ereb û eceman heye lê yê me hatîye qedexekirin."

Piştî Mele Şêxmus ango Cegerxwîn demeke dirêj ji gundê Hesarê helbestkar derneketine û dengê helbestê bilind nebûye. Niha dîsa hêdî hêdî şop û bandora Cegerxwîn li gundê Hesarê xwe dide der. Yek ji birazîyên Cegerxwîn ku navê wî lê kirine Şêxmusê Hesarî jî dest bi nivîsîna helbestan kirîye û dixwaze bi awayeke mayînde helbestan binivîse û pirtukek a helbestan derbixe.

Şêxmusê Hesarî (helbestkar, birazîyê Cegerxwîn) dibêje:"Piştî ez mezin bûm, min fêm kir ku navê seydayê Cegerxwîn li min kirine, piştî min nêrî Seydayê Cegerxwîn dibê gundîyê me,pismamê me, min li ser jîyana wî lêkolîn kir û min dît ku helbestan dinivîse. Ji ber wê yekê min got ezê jî helbestan binivîsim."

Xanîyê helbestkarê Nemir Cegerxwîn li gundê Hesarê ber bi ruxînê ve diçe. Bang tê kirin ku li hemu mirat û bîranînên Cegerxwîn xwedî were derketin û di heman demê de jî wek nînaeya rêzgirtinê li gundê Hesarê her sal bi navê Cegerxwîn mîhrîcanên helbestê werin li darxistin.

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînin

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin