Li gorî TUÎKê enflasyon ji sedî 64,86 e, li gorî ENAGê jî ji sedî 129,11 e

Li gorî TUÎKê enflasyon ji sedî 64,86 e, li gorî ENAGê jî ji sedî 129,11 e

,

A+A-

TUÎKê ragihand ku rêjeya enflasyona salane bûye ji sedî 64,86 e. Lê li gorî ENAGê enflasyon ji sedî 129,11 e.

Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) û Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) daneyên nû yên enflasyonê yên sala nû aşkere kirin. Li gorî ENAGê rêjeya enflasyona salane ji sedî 129 e. Rêjeya TUÎKê aşkere kiriye, nîvê rêjeya ENAGê ye.

TUÎKê diyar kir uk enflasyon di meha Kanûna Paşiyê de ji sedî 6,70 ye û ya salane ji sedî 64,86 e.

Di vê mehê de rêjeya cil û berg û pêlevan ji sedî -1,61 zêde bûye ku di nava beşan de herî kêm ew zêde bûye.

Lê herî zêde beşa tenduristiyê zêde bûye ku rêjeya wê ji sedî 17,68 e.

Di salê de dîsa herî kêm beşa cil û berg û pêlavan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedi 40,62 ye. Herî zêde jî beşa xwaringeh û otelan zêde bûye ku rêjeya wê ji sedî 92,27 e.

Li gorî ENAGê ji sedî 129 e

ENAGê jî rêjeya enflasyonê ya nû aşkere kiriye. Li gorî ENAGê enflasyon di meha Kanûna Paşiyê de ji sedî 9,38 e. Ya sele jî ji sedî 129,11 e.

Odeya Bazirganan a Stenbolê jî çar roj berê enflasyona 12 mehan a Stenbolê aşkere kiribû ku li gorî wê rêjeya enflasyona stenbolê ji sedî 76,17 e. (HA/FD)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin