Li Girê Spî çekdaran 3 welatî revandin

Li Girê Spî çekdaran 3 welatî revandin

.

A+A-

 Grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê ve li gundekî Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê girtin ser malên welatiyan 3 kesên sivîl girtin û malên wan talan kirin.

Zanyariyên xwecihî ji nav bajarê Girê Spî diyar dikin, ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundekî ser bi Girê Spî ve girtine ser malên welatiyan 3 kesên sivîl girtin û di heman demê de jî çekdaran malên wan talan kirin.

Ji 9ê Cotmeha 2019an ve û heta niha, binpêkirin li herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê, ji aliyê gurûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve berdewam in, bêyî ku ti aliyek rêgiriyê li ber wan bike. 

Herwiha Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, roja 25ê vê mehê , Hêzên Tirkiyê gundê Girkê Zêra li rojhilatê Qamişlo kirin armanc, di encama de 10 pez li gundê naborî bi gulleyên hêzên Tirkiyê mirar bûn, vê yekê nerazîbûnek ji aliyê xelkê gund li pey xwe anî.

Di 6ê vê mehê Adarê de, hêzên Tirkiyê gundê Şorik li ser sînorê hevbeş yên Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê kirin armanc, piştre 2 zirxpoşên Rûsî berê xwe dabûn gundê navborî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin