Li Ermenistanê çira hatine tefandin, li naqosan dane

Li Ermenistanê çira hatine tefandin, li naqosan dane

Li gelek deverên cîhanê wê Qirkirina Ermenan bi awayee online pêk were. Ji ber nexweşîya Covid-19ê li Ermenistanê bernameya li ser Bîrdarîya Qirkirinê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Îsal ji ber koronavirusê bernameya yadkirina Qirkirina Ermenan li Ermenistanê pêk nayê.

Duh bi şev saet di 21.00ê de li tevahîya welêt çirayên hemû kolan û malan hatine tefandin. Li Keniseyan 3 deqîqeyan li naqosan dane.

Di heman deme de gel li malên xwe ronahîya telefonên xwe yên mobile vekirine û find pêxistine.

Li bajarê Tsitsernakaberdê, ku Birdarîya Qirkirinê li wir e hunermend Kamo Seyranyan û Liana Alksanyanê strana “Ari im Sokhak” strana.

Tenê rayedarên dewlet û hikûmetê wê beşdarî bernameya yadkirina 24ê Nîsanê bibin.

Li Tirkîyeyê wê bernameyek online pêk were

Li Tirkîyeyê îsal wê bernameya yadkirinê bi awayê online pêk were.

Platforma DurDeyê bernameya yadkirinê aşkere kirîye ku wê bername li ser hesabê Platformê yê Facebookê were weşandin.

Bernameya yadkirinê wiha ye:

Dîrok: 24ê Nîsanê 2020ê

Saet: 19.00 Yadkirin

19.15: Xwendina daxuyanîya çapemenîyê – Denîz Turkalî

19.30: Panel

Berrin Sonmez

Ohannes Kiliçdagi

Rober Koptaş

Taner Akçam

Şenol Karakaş

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin