Li Enkawe sê kes di malekê de mirî hatin dîtin!

Li Enkawe sê kes di malekê de mirî hatin dîtin!

Li taxa Enkawe ya bajarê Hewlêrê, jinek û du zarokên wê di mala xwe de mirî hatin dîtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Berdevkê polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ji BasNewsê re got, îro danê sibê em hatin agahdarkirin ku çend term li taxa Enkawe ya Hewlêrê hatine dîtin.

Hogir Ezîz her wiha got, piştî ku hêzên polîs çûn, sê term li malekê de hatin dîtin. Yek ji wan terman yê jineka 37 salî bû, termekî din yê kurekî 18 salî bû û yê din jî yê keçeka 15 salî bû. Ew keç û kur zarokên wê jinkê bûne.

Wî efserê polîs anî ziman ku heta niha nizanin çi hatîye serê wê malbatê û got, lêkolîn û lêpirsîn dest pê kirine. Ew malbat, xelkê parêzgeha Neynewa bûne lê ji ber şerê DAIŞê koçberî Enkawe bûne.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin