
Li Efrînê wesayîteke bombekirî teqiya
.
A+A-
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê teqînek rûda û di encama teqînê de kesek birîndar bû.
Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê teqînek rûda û di encama teqînê de kesek birîndar bû.
Jêderekî ji K24ê re ragihand; li cadeya Siyasî ya Efrînê wesayîteke ku bombe tê de hatibû danîn teqiya û di encama teqînê de şofêrê wesayîtê birîndar bû.
Duh jî li taxa Mehmûdiye ya Efrînê bombeyeke bi wesayîtekê de teqiya, lê ziyan negihişt canê ti kesî.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin