Li Efrînê teqînek pêkhat û 3 kes birîndar bûn

Li Efrînê teqînek pêkhat û 3 kes birîndar bûn

.

A+A-

Li Efrînê di encama teqînekê de 3 kes birîndar bûn. Duhî jî di teqîneke 2 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya K24ê ku spartiye jêderekî ji Efrînê, îro di encama teqîna bombeyekê di otomobîlekî ya li taxa Vêlat a Efrînê de 3 kes birîndar bûn.

Duh jî bombeyek di maleke gundê Basûtê yê navçeya Şêrewa de teqiyabû û di encamê de 2 kesên bi navê Newzed Ekrem Tobal (45 salî) û Heyfa Şerîf Qasim (23 salî) jiyana xwe ji dest dabûn.

Li gor jêderekî ji Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, piştî teqînê, grubên çekdaran hevjîna Newzet Ekrem Tobal û 2 kesên din ji malbata wî revandin û destê danîn ser mal û milkên Newzed Ekrem Tobal.

Li gor heman jêderê ragehandiye, Newzed Ekrem Tobal pêştir du caran ji aliyê grubên çekdaran ve hatibû revandin û piştî dayîna fidyeyê hatibû berdan.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji berî 3 salan ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, gelek teqîn di nava Efrîn û gundên de hatine kirin û hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qirbanî.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin