Li Efrînê kuştin û revandina Kurdan berdewam e

Li Efrînê kuştin û revandina Kurdan berdewam e

Li Efrînê çekdarên Tirkîyê pîrejineke kurd kuştin, kur û bûkên wê jî revandin

A+A-

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, sê jinên kurd ji alîyê peyayên Tirkîyê ve hatin revandin.

Sazîya Mafên Mirovan li Efrînê ragihandîye, çekdarên Tirkîyê li gundê Hêkiçê yê bajarokê Şîyê yê Efrînê sê jin revandin.

Li gorî agahîyan, ew her sê jinên ku hatine revandin, bûkên wê pîrejina 80 salî ya kurd ya bi navê Fatme Kinê, roja 18 Nîsana 2020an bi awayekî hovane ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatibû kuştin.

Çend roj berê jî sê kurên wê pîrejina kurd ji alîyê çekdarên Tirkîyê ve hatibûn revandin û heta niha jî nayê zanîn li ku ne.

Tê gotin ku çekdaran, ji bo ku dosyeya kuştina wê pîrejinê were girtin, kur û bûkên wê revandine!

1-122.jpgwêne: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin