Li Efrînê çekdaran welatîyek bi werîs li pey otomobîlê xişikand

Li Efrînê çekdaran welatîyek bi werîs li pey otomobîlê xişikand

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên el Cebhe el Şamîye, xortekî bi werîsekî bi otomobîlekê ve girê didin û wî li pey otomobîlê dixişikînin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Çekdarên el Cebhe el Şamîye, welatîyê ji Babê yê bi navê Mistefa, bi otomobîlekê ve girê dan û ew li pey otomobîlê dixişikand.

Li gor çavkanîyên Rûdawê, fermandarê wan çekdaran navê wî Ebû Cana ye, Ereb e ji eşîreta Bûbena ye.

Di videoyê de kesekî din jî aşkere dibe ku navê wî Ebû el-Welîd e.

Çavkanîya taybet bi Rûdawê aşkere kir ku ev kesê ku li pey otomobîlê tê kişandin, navê wî Mistefa ye û ji Kurdên Babê ye û çekdarê heman grûpê ye.

Çavkanîyê dîyar kir ku vî çekdarî 7000 lîreyên Sûrî ji fermandarê grûpê dizîne, jêderekê ji Rûdawê re got ku wî dixwest bi wan pereyan derman ji xuşka xwe ya nexweş re bikire.

Rûdaw

 

12-018.jpg

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin