Li Edenê polîsên Tirkîyê ciwanekî Sûrî kuştin

Li Edenê polîsên Tirkîyê ciwanekî Sûrî kuştin

Li bajarokê Seyhanê yê ser bi bajarê Edenê yê Tirkîyê ciwanekî Sûrî bi guleya polîsên Tirkîyê hat kuştin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Bûyer roja Duşemê piştî nîvro li Taxa Sucuzade ya Seyhanê qewimî.

Li gor îdîayan, ciwanê Sûrî bi nave Ekî el-Hemdan, dema dibîne hêzên polîs li wê taxê ne, bi nav kolanan de direve û herçiqas polîs daxwazê jê dikin ku raweste, lê ew her direve.

Li gor wan zanyarîyan, piştre hêzên polîs teqe li wî ciwanê Sûrî tê kirin û bi giranî birîndar dibe.

Piştî tîmên tendirûstîyê dighin cihê bûyerê, ciwanê Sûrî bo nexweşxaneyê tê veguhestin, lê ji ber birîna wî dijwar bûye li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dide.

Nasnameya wî ciwanê Sûrî ku li Edenê hatîye kuûtin, nehatîye aşkerekirin.

Li gor medyaya Tirkîyê, polîs derbarê bûyerê de lêkolîn destpê kirîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin