Li Dîyale û Kerkûkê ji ber êrîşa DAIŞê kuştî û birîndar hene

Li Dîyale û Kerkûkê ji ber êrîşa DAIŞê kuştî û birîndar hene

Şeva borî li sînorê parêzgehên Dîyale û Kerkûkê di encama êrîşa terorîstên DAIŞê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Berdevkê rêveberîya polîsê Dîyale Nîhad Mihemed îro 05.05.2020ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Derengê şeva borî ji ber êrîşa çekdarên DAIŞê li bajarokê Buhriz a ser bi Baqube ya navenda parêzgeha Dîyale leşkerekî Iraqê birîndar bû.’’

Herwaha got: ‘’Piştî wê bûyerê tîmeke artêşê çû cîhê bûyerê û bombeyekî çandî di wan de hat teqandin û ji ber wê jî leşkerekî jîyana xwe ji dest da û 3 leşkerên din jî birîndar bûn.’’

Herwaha endamê lijneya ewlehîyê li encûmena şaredarîya Hewîce Ehmed Xurşîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî li gundê Bîr Mehdî ya ser bi sînorê qeza Hewîce ya ser bi Kerkûkê, çekdarên DAIŞê bi qenasê ango çekên segvanîyê ve du leşkerên Iraqê yên bi navê Heysem Mehawîş û Mahir Salih kuştin û piştî wê êrîşê jî terorîstên DAIŞê revîyan.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin