Li devera Kotolê kolberek ji ber sermayê mir

Li devera Kotolê kolberek ji ber sermayê mir

Li devera Kotolê ya Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî kurd ji ber sermayê canê xwe ji dest da.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Malpera Hengaw ragihandîye, duhî li devera Kotolê û li nêzîkî sînorê Rojhilat û Bakûr, termê kolberekî kurd, ku tê gotin ji ber sermayê can daye, hat dîtin.

Li gorî agahîyan, navê wî kolberê kurd Azad Umerî (22 salî) û xelkê gundê Ravîyan yê devera Kotolê bûye.

Gundê Ravîyan di erdheja vê dawîyê ya Kotolê de zîyanek mezin dîtibû.

Devera Kotolê ji gelek gundan pêk hatîye û navenda wê jî nahîya Kotolê ye. Kotol girêdayî bajarê Xoy li parêzgeha Ormîyê ye.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin