Li Dêrsimê tevahîya nexweşên koronayê baş bûn

Li Dêrsimê tevahîya nexweşên koronayê baş bûn

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû nexweşên koronayê baş bûn û ti pêketîyên nû li wê parêzgehê neman.

A+A-

Navenda Nuçeyan - Li Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê hemû nexweşên koronayê baş bûn û bo malên wan hatin şandin. Parêzgerîya Dêrsimê di daxuyanîyekê de aşkere kirîye, ku li wê parêzgehê hemû nexweşên koronayê baş bûn.

Parêzgarê Dêrsimê, Tuncay Sonel da xuyakirin, “herî dawî îro înê 8 nexweşên koronayê baş bûne û ji alîyê stafa nexweşxaneya bajarê Dêrsimê ve bi çepikan bo malên xwe hatin şandin.”

Dêrsim dibe yekemîn parêzgeha Bakurê Kurdistanê û Tirkîyê ku bi tevahî ji vîrusa COVID-19 pak dibe.

Hejmara nîştecihên wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê tenê 84 hezar û 660 kes e û piranîya wan Kurdên Elewî ne û bi zaravê Zazakî yê zimanê Kurdî diaxivin.

Ji destpêkê ve heta îro 16 haletên pêketina vi COVID-19 li Dêrsimê hatibûn tomarkirin, ku hemû baş bûne û ti haleteke mirinê nehate tomarkirin.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê, hejmara tûşbûyên koronayê li wî welatî gihîştîye 101 hezar û 790 kesan ku 2 hezar û 491 kesan canê xwe ji dest dane û 18 hezar û 491 kes jî baş bûne.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin