Li Dersîmê qedexeya 30 rojan hat ragihandin

Li Dersîmê qedexeya 30 rojan hat ragihandin

.

A+A-


Li bajarê Dersîm ê Bakurê Kurdistanê bi sedema metirsîya belavbûna vîrusa koronayê ji bo 30 rojan her cure çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgariya Dersîmê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser pêşniyar û rêkarên wezareta tenduristiyê biryara qedexe û sînordarkirinan hatiye wergirtin.

Li gorî qedexeya hatiye ragihandin ji bo saziyên dewletê hemû çalakî, xwepêşandan, konferans û daxuyaniyên çapemeniyê ji îro 00:01ê şevê heta demjimêr 23:59ê 25ê Sibatê hatine qedexekirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin