Li Dêrsimê qedexe

Li Dêrsimê qedexe

Li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, bo maweyê 30 rojan encamdana hemû cure çalakîyan bi biryara parêzgerîya wî bajarî hatin qedexekirin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê, bo maweyê 30 rojan encamdana hemû cure çalakîyan bi biryara parêzgerîya wî bajarî hatin qedexekirin.

 

Li gor daxuyanîya Parêzgarîya Dêrsimê di heyama mehekê de encamdana civîn, xwepêşandan, mitîng, avakirina stant û konan, girevên bircîbûnê, merasîmên bibîranînê, vekirina poster û pankartan, belavkirina danezan û belavokan û herwiha pêkanîna konferansan di sînorên wê parêzgeha Kurdistanê de qedexe ne.

 

Herwiha li gor wê daxuyanîyê ew qedexe îro dest pê dike û heta roja 16ê Mijdarê jî derbasdar e.

 

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ev heyameke dirêj e ji ber sedemên cuda biryarên qedexekirina çalakîyan û derketina derve tên dayîn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin