
Li Dêrsimê piştî operasyonê şewat derket
.
A+A-
Li gundê Buyukkoyûn ê girêdayî navçeya Pulurê piştî operasyona leşkerî hat destpêkirin li daristanê şewat derket.
Li herêma gundê Buyukkoy a girêdayî navçeya Pulura Dersimê di saetên nîvro de operasyona leşkerî hat destpêkirin. Hat zanîn ku piştî operasyon hat destpêkirin li daristanê şewat derket û tîmên temartinê şewatê kontrol kirin e.
HERÊM HATIYE QEDEXEKIRIN
Keyayê gundê Buyukkoyê Comerd Erenler piştî şewata daristanê daxuyanî da û wiha got: "Ez bi rayedarên leşkeran re axivîm. Gotin li herêmê operasyon heye. Şewat li cihekî derketiye û hatiye kontrolkirin. Niha operasyon berdewam dike. Çûnehata herêmê hatiye qedexekirin. Naxwazin kes biçe herêmê. Em jî dişopînin ka wê çi encam bide."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin