Li Dêrsimê pezkovî ketin nav gund

Li Dêrsimê pezkovî ketin nav gund

.

A+A-

Li navçeya Margêrdê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê bira pezkoviyan ku nêçîra wan qedexe ye û bin parastinê de ne ji bo lêgerîna xwarinê çûn nav gund û dîmenên wan hat tomarkirin.

Li Dêrsimê ku bi dewlemendiyên xwe yên sirûştî, dîrokî û çandî derdikeve pêş zivistana ku dijwar derbas dibe bandoreke neyinî li ser ajelên kovî yên li dehl û daristanan dijî dike.

Li bajêr pezkoviyên ku li cihên bilind ji ber berf û hewaya sar nekarin xwarinê bibînin jî hin caran xwe berdidin cihên nizim.

Li gundê Dedebaxa li ser navçeyê jî bira pezkoviyan dema ku li zeviyên şîn bûye diçêriyan dîmenên wan hat tomarkirin.

Pezkoviyên ku di Lîsteya Sor a Cureyên Di bin Xeteraya Qelanê de ne ya ku Yekîtiya Parastina Tebîetê ya Dinyayê (IUCN) weşand de ne ji ber ewtîna kuçikan hilkişîn teht û zinaran û ji ber çavan winda bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin