Li Dêrsimê çûna nav daristanan hat qedexekirin

Li Dêrsimê çûna nav daristanan hat qedexekirin

.

A+A-

 Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku  heya 1ê Îlonê  çûna daristanan li beşek deverên navend û navçeyên wê parêzgehê qedexe hatiye qedexekirin.

Li parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê û 5 navçeyên wê ku welatiyan   hewla vemirandina agirên li beşek daristanên wê didan, çûna daristanan ji aliyê parêzgariyê ve heya 1ê Îlonê hate qedexekirin.

Parêzgariya Dêrsimê li ser vê yekê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, li gor pêşbînî û raporên navenda keşûhewayê dê li navçeyê pileyên germayê zêde bibin û tê gotin: “Dibe ku şewitîna daristanan ji ber sedemên mirovî û werzî berdawam bikin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, ji ber van sedeman li beşek daristanên navenda Dêrsimê û navçeyên wê yên Pulur, Pilemur, Xozat, Qisle û Mazgirtê çûn û hatina welatiyan bo nav daristanan hatiye qedexekirin. 

Parêzgariya Dêrsimê herwiha diyar kiriye, bi tu awayî di seyaranên bo nav park û daristanên neqedexekirî de rê nayê dan ku ji bo semawer û  menqelan agir bê hilkirin û gotiye: “Ji xeynî Daristan û cihên rê bi wan hatiye dan, rê bi avakirina kampên geştyarî, encamdana seyran û van cure çalakiyên li daristanan, ji demjimêr 20:00 û şûnde heya 1ê Îlona 2021ê nayê dan”

Herî dawî parêzgariyê tekez kiriye, ew kesên van biryaran binpê bikindê bên cezakirin.

Ev biryara Parêzgariya Dêrsimê di demekê de ye ku berî 4 rojan li navçeya Hozatê ya wê parêzgeha agir bi daristanan ketibû û xelkê navçeyê ligel Serokê Şaredariya Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglu hewl dabûn wî agirî vemirînin lê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn astengkirin.

Doh 2ê Tebaxê bi heman awayî li herdu parêzgehên Mêrdîn û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê jî çûyîn û hatina bo daristanan hatibû qedexekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin