Li Dêrsimê ayîna 60 sal berê hat zindîkirin

Li Dêrsimê ayîna 60 sal berê hat zindîkirin

.

A+A-

Li mezrageha Dizgun Baba ku mezargeha herî girîng a bajarê Dersîma Bakurê Kurdistanê ye piştî 60 salan carek din 12 beroş xwarin li rex hev li ser agir in. Ayîna 60 sal berê hat zindîkirin.

Welatiyê Dersîmê Guner Ayaz ku li Avusturyayê dijî 12 salan her meha muheremê 12 rojan rojî girtiye û bo ayîna beriya 60 salan nûjen bike, 12 qurban ser jê kirine û di 12 beroşan de xwarin çêkir.

Güner Ayaz, Xwediyê Qurbanan, dibêje, “Hesteke gelekî xweş e, xwedê vê ayînê bike para hemû kesan. Me îro 12 qurbanên xwe li zîyareta Nisaneoli ser jê kir. Hêvîdarim hemû kes vê hesta xweş bijîn.”

Li Dersîmê ji ber ku piştî 60 salan ev ayîn carek din hate çêkirin hejmareke zêde welatiyên xwebexş alîkar bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Umut Demir, Welatiyê Dersîmê, dibêje, “Xelkê me ev adet û kevneşopiya me ji jibîr kiribû. Em hatin vir, me ev dît, em gelek kêfxweş bûn, ji kêfa çavên me tijî hêsir bûn. Ji ber ku rêya me rêya heq e, rêya Duzgun Baba ye, ti qas ziyaret hebin, rêyên wî ne.”

Di baweriya Elewîtiyê de kesên ku 12 salan her sal 12 rojan rojî bigrin karin 12 beroşan saz bikin. Tê bawer kirin ku ev xizmeta evîna 12 îmaman e.

Musa Kullu, Hevserokê Komeleya Demokratîk ya Elewiyan, dibêje, “Ji 60 salan ve 12 beroş li kêle hev nehatine danîn. Lê ev canê me ku li derve li Nemsayê dijî, 12 salan rojî girt, ji bo baweriya xwe hat vir û 12 beroş danîn. Bi saya wî ev kevneşopiya me derket holê ku di çanda me de jinav diçû. Ji vir pê ve jî hêvîdar im xelk vê kevneşopiyê bibîr bîne û berdewam bike. Îro rojeke gelek xweş e.”

Bi sedema meha Muheremê ligel çêkirina eşûreyê ayîna “12 sal rojî girtin û piştre 12 beroş saz kirin” hate nûjen kirin  ku ji aliyê Elewiyan bi sed salan dihat birêve birin lê niha hatiye jibîr kirin.

Xwarina di 12 beroşan de çêbû li welatiyan hate belav kirin û piştre bi beşdariya Dedeyê Elewî yê Dizgun Bawayê Zeynel Batarin semah hate kirin.

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin