Li Dêrsim û Hatayê şer!

Li Dêrsim û Hatayê şer!

Şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê derket. Li aliyekî din li Hatayê jî di pevçûnê de leşkerekî tirk mir.

A+A-

Medyayê Tirkiyê ragihandin, li geliyê Pûlûmirê şerekî dijwar di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de derket û ji ber wî şerî, riya sereke ya di navbera Dêrsim û Erzincanê hatiye girtin.

Hat belavkirin jî, piştî wî şerî artêşa Tirkiyê dest bi operasyoneke berfereh li wê navçê li dijî PKKê kiriye û ta niha zanyarî derbarê ziyanên canî nehatine aşkerekirin.

Li Hatayê leşkereke tirk mir!

Li aliyekî din Walîtiya Hatayê ragihand di şerê di navbera Artêşa Tirk û gerilayên PKKyî de derketî leşkerekî ku birîndan bûbû mir. 

Di daxuyaniyê de Waliya Hatayê Erdal Ata got; êrîş ji aliyê gerilayekî birîndar ve hate kirin ku gerilayên PKKyî amadekariya tolhildana Efrînê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin