Li Davosê paşeroja NATOyê tê gotûbêjkirin

Li Davosê paşeroja NATOyê tê gotûbêjkirin

Guhdana mezin a sêyem roja Foruma Abûrî ya Cîhanî ya Davosê, paşeroja NATO, gef û kêşeyên derve û navxweyî yên wê rêxistinê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Sekreterê giştî yê NATOyê, Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu, Srokê Polendê Andrzej Duda û berpirsê sîyaseta derve ya Yekîtîya Ewropayê, di panêlekê de, danûstandinê li ser vê mijarê dikin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, herdem hewl dide wiha dîyar bike ku NATO rêxistineke bê kêşe ye.

Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg dibêje: “Asayişa me ya hevbeş vedigere ser baştirîn corên hêz û çek û pêşketîtirîn teknolojyayê. Kesên xwedî karîn pabendî wan binemayên hevbeş in û bi hev re kar dikin. Hûn vê hemû hevgirtinê dibînin. Ev nimûneyeke berçav e, ku NATO  hevpeymanîyeke hevgirtî ye."

Lê kêşe û nakokî li nav NATOyê, ne ewqasî biçûk in, ku bêne veşartin. Yek ji kêşeyên berbiçav ên vê hevpeymanîyê, Tirkîyeya endama vê rêxistinê ye, ku li ber çavên endamên din, rabûye sîstema mûşekî ya (S-400) ji “Rûsyaya neyara NATOyê” kirîye.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dibêje, 10 salan wan daxwaz ji Amerîka kirîye sîstema Patriotê bifiroşe wan, lê ew yek bicih nehat.

Derbarê mijarê de Mevlut Çavuşoglu got: “Nîgeranîya Rûsya û Amerîka kirîna me ya S-400 e. Dibe ev yek girîng û hestyar be, lê ji bo nehiştina nîgeranîya wan, me pêşnîyar kirîye. Pêşnîyar çi ye? Bila bi hev re grûpekê ji kesên şareza yên nav NATO û Tirkîyê û Amerîka dirust bikin û NATO serperiştîya wê bike, ji bo lêkolînê bikin û bizanibin ku nîgeranîyên wan rewa ne, yan na."

Kêşeyên NATOyê, ne tenê Tirkîyê ye, ji 29 welatên NATOyê, tenê 7 welat budceya berevanîyê weke ku tê xwestin, pêşkêşî NATOyê nakin, ku ev nîgeranî û tûrebûna berdewam a Donald Trump e.

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin