Li Daqûqê 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Li Daqûqê 20 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

.

A+A-

 Di encama êrîşeke artêş û polîsê Iraqê ya ser binkeyên çekdarên DAIŞê yên li sînorê Daqûqê de 20 çekdarên wê rêxistinê hatin kuştin û 10 polîsên federal jî birîndar bûn.

Îro 24.02.2021ê qaymeqamê qeza Daqûqê Luyis Xizir ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro di encama êrîşa hêzên artêşa Iraqê û polîsê federal a li Çemê Roxane û gundê Telheme de 20 çekdarên DAIŞê di tûnelekî de aşkera bûn û hatin kuştin.’’

Herwaha got, ji ber teqîna bombeyekî jî 10 polîs birîndar bûn û ji bo bên derman kirin ew ji nexwaşxaneya Kerkûkê re hatin rakirin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin