Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan heta 15 rojan hat dirêjkirin

Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan heta 15 rojan hat dirêjkirin

.

A+A-

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Colemêrgê ragihand ku li tevahiya parêzgehê heta 15 rojan hemû çalakiyên wek meş, xwepêşandan û vedana çadir û standan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Colemêrgê ve hatiye belavkirin, ji îro Pêncşembê 01.07.2021 heta 15.07.2021ê, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîpên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê, rêgirtin li zêdetir belavnebûna Coronayê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn. 

Qedexeya çalakiyan li Colemêrgê cara dawî ji 16ê Hezîrana 2021ê ve heta 30ê Hezîranê hatibû dirêjkirin, bi vê biryarê qedexe bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Ji sala 2016an ve li Colemêrga Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wek meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe ne.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin