Li Colemêrgê “herêmên taybet ên ewlekarîyê” hatin dîyarkirin

Li Colemêrgê “herêmên taybet ên ewlekarîyê” hatin dîyarkirin

Walîtîya Colemêrgê aşkere kirîye ku li çoltarê Kazanê û Şortîyê 2 cih weke “herêmên taybet ên ewlekarîyê” hatine dîyarkirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Walîtîya Colemêrgê aşkere kirîye ku 2 cihên di navbera navenda bajêr, navçeyên Gever, Şemzînan û Çelê de weke “herêmên taybet ên ewlekarîyê” hatine dîyarkirin.

Biryar heta 22yê Kanûna Pêşîyê wê pêk were.

Walîtîyê di malpera xwe ya fermî de aşkere kirîye ku “welatî ji ber êrîşên terorê nikarin kar û barên xwe yên civakî û ekonomîk bikin û ji mafên xwe yên gerê bêpar dimînin.”

Walîtîyê di daxuyanîyê de wiha berdewam kirîye:

“Di çarçoveya ewlekarîyê de 2 cihên di nava sînorên navenda bajêr û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê de ji 18ê Kanûna Pêşîyê saet 00.00ê heta 22yê Kanûna Pêşîyê saet 23.59 deqîqeyan weke herêmên taybet ên ewlekarîyê hatine dîyarkirin, ketin û derketina bêdestûr a van herêman li welatîyan hatîye qedexekirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin