Li Colemêrgê her cure çalakî bo 15 rojan hat qedexe kirin

Li Colemêrgê her cure çalakî bo 15 rojan hat qedexe kirin

Hat ragihandin ku li Colemêrga bakurê Kurdistanê, bi maweyê 15 rojan her cure çalakî û daxuyanîyên çapemenîyê hatine qedexekirin

A+A-

Navenda Nûçeyan - Parêzgerîya Colemerêgê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku li seranserê bajêr, çalakîyên wekî mîtîng, civîn, meş, daxuyanî, konser û şahîyên bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgerîyê bi daxuyanîyeke ragihand ku li serasnerê Colemêrgê ji îro Sêşemê 28ê Nîsanê heya 12ê Gulanê her cure çalakî, xwepêşandan, mîtîng, daxuyanîyên çapemenîyê, vekirina stand û konan, konser, belavkirina belavokan û hwd. hatine qedexekirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin