Li cîhanê 4 hezar û 300 kes ji ber Covîd-19ê mirine

Li cîhanê 4 hezar û 300 kes ji ber Covîd-19ê mirine

Li seranserê cîhanê hejmara kesên ku bi vîrûsa covîd-19ê mirine, gihiştîye 4 hezar 300 kesan. Rêxistina Tendirustîya Cîhanî jî hişyarîyê daye ku belavbûna vîrûsa covîd-19ê li hemû cîhanê bûye metirsîyeke rasteqîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor malpera Worldometerê  li ser belavbûna vîrusa covîd-19ê û qurbanîyan, heta niha 4 hezar û 300 kes li seranserê cîhanê bi vîrûsê mirine. Herwiha ji 119 hezar û 248 kesên ku bi Koronayê ketine, 66 hezar û 581 kes çak bûne.

Wezîra Tendirustîye ya Brîtanyayê jî bi vîrûsâ covîd-19ê ketîye

Wezîra Tendirustîya Brîtanyayê Nadine Dorries li ber vîrûsa koronaya nû (Covid-19) ketîye. Hejmara kesên li wî welatî bi vîrûsê ketine gihîştîye 382 kesan û 6 kes jê mirine.

Li New Yorkê ji ber covîd-19ê wê Artêşa leşkerî têkeve dewreyê

Andrew Cuomoyê Walîyê New Yorkê dîyar kirîye ku ew ê yekîneyên leşkeran bişînin New Rochelleya herêma New Yorkê ya ku vîrusa covîd-19ê cara ewil lê derketî ye.

Walî Cuomo di daxuyanîya xwe da bal kişandîye ser cidîyeta nexweşîya li herêma New Rochelleyê û gotîye, "ev rewşa dramatîk e, wargehên herî qerebalix li vê herêma lê vîrus hatîye tesbîtkirinin  û ev meseleya mirin û mayînê ye."

Pîrozbahîyên cejna olî yên Cihuyan hatine betalkirin

Hatîye dîyarkirin ku li New Yorkê 173 kes bi vîrûsa covîd-19ê ketine û ji wan 108 kes ji herêma New Rochelleyê ne, çûn û hatina vê herêmê bi tevahî hatîye qedexekirin, perwerde û çalakîyên komî yên wekî îbadetê ji bo 2 hefteyan hatine betalkirin.

Cemaetên Cihuyên Ortodoks dîyar kirine ku pîrozbahîyên Purîma cejna olî ya 2 rojan dewam dike ji ber vîrusa koronayê betal kirine.

Herweha li DYAyê heta niha ji ber vîrûsa covîd-19ê  ji 700î zêdetir kes bi vîrusê ketine û herî kêm 27 kes jî ji ber vîrusê mirin e.

Li Îranê hejmara mirîyan her diçe zêdetir dibe

Li Îranê hejmara kesên ku bi vîrûsa covîd-19ê mirine, geyîştîye 354 kesan û yên li ber vîrûsê ketine hejmara wan geyîştîye 9 hezaran.

Li Îtalyayê hejmara kesên ku ji ber vîrusa covîd-19ê mirine derketîye 631 kesan

Rêvebirê Giştî yê Parastina Sivîlan Angelo Borellî li ser rewşa dawîn a vîrûsa covîd-19ê li Romayê di civîna çapemenîyê ya rojane da destnîşan kirîye,cli welêt Hejmara kesên ku li ber vîrûsê ketine 8 hezar û 514 kes e.

Angelo Borrelli dîyar kirîye, hejmara mirîyan derketîye 631 kesan.

Herêma Kurdistanê

Li Herêma Kurdistanê jî heta niha 14 hemwelatî tûşî vîrusa Koronayê bûne û ji wê hejmarê jî kesekê canê xwe ji dest daye û herwiha kesek jî çak bûye.

 Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên rojane yên derbarê vîrûsa covîd-19ê da belav dike, hejmara mirîyan li seranserê cîhanê weha ne:

Li  Çînê 3 hezar û 158 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 3 kes, li Îtalyayê 631 kes, li Îranê 291 kes, li Koreya Başûr 61 kes, li Japonyayê 19 kes, li Amerîkayê 31 kes, li Fransayê 33 kes, li Îspanyayê 36 kes, li Iraqê 7 kes, li Awistralyayê 3 kes, li Holandayê 4 kes, Swîsreyê 3 kes, San Marînoyê 2 kes, li Kanada Libnan, Panama, Fas, Endonezya, Misir, Tayland, Tayvan, Filipînan û Arjantînê jî her yek jê kesek ji ber vîrûsa covîd-19ê mirine.

Li gor malperê hejmara kesên ku bi vîrûsê ketine li seranserê cîhanê weha ne:

Li Çînê 80 hezar û 784 kes, li Hong Konga Herêma Îdareya Taybet 121 kes û li Makauya Herêma Îdareya Taybet 10 kes bi Kovîd-19ê ketin. Li Tayvanê di 48 kesan da covîd-19 hatîye tesbîtkirin.

"Îtalya 10 hezar 149, Îran 8 hezar 42, Koreya Başûr 7 hezar 755, Fransa 1784, Spanya 1695, Almanya 1565, Japonya 1283, Amerîka 1010, Swîsre 497, Norwêc 401, Îngiltere 383, Hollanda 382, Swêd 355, Belçîka 267, Danîmarka 262, Awistirya 182, Sîngapur 166, Malezya 129, Awistralya 125, Behreyn 110, Kanada 97, Yewnanistan 89, Îzlanda 81, Îsraîl 76, Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereb 74, Iraq 71, Kuweyt 69, Çekya 64, San Marîno 62, Hindistan 62, Misir 59, Tayland 59, Libnan 52, Portekîz 41, Fînlandîya 40, Vîetnam 35, Brezîlya 34, Îrlanda 34, Slovenya 34, Filipînan 33, Romanya 29, Filistîn 29, Endonezya 27, Qeter 24, Gurcistan 23, Polonya 22, Cezayir 20, Rûsya 20, Erebistana Siûdî 20, Arjantîn 19, Pakistan 19, Umman 18, Ekvador 17, Şîlî 17, Hirvatistan 15, Estonya 13, Kosta Rîka 13, Macaristan 13, Azerbeycan 11, Peru 11, Albanya 10, Belarus 9, Panama 8, Letonya 8, Efxanistan 7, Luksemburg 7, Makedonyaya Bakur 7, Meksîka 7, Bosna Hersek 7, Slovakya 7, Efrîqaya Başûr 7, Tûnis 6, Bruneî 6, Bulgaristan 6, Maldivan 6, Komara Dominîkê 5, Zelandaya Nû 5, Guyanaya Fransayê 5, Malta 5, Paraguay 5, Sirbistan 5, Senegal 4, Fas 3, Kamboçya 3, Lîtvanya 3, Bangladeş 3, Kolombîya 3, Martinîk 3, Moldova 3, Nîjerya 2, Srî Lanka 2, Bolîvya 2, Burkîna Faso 2, Kamerun 2, Giravên Manşê 2, Giravên Faroeyê 2, Saînt Martin 2, Qibrîsa Başûr a alî Rûm 2, Andorra 1, Ermenistan 1, Urdun 1, Monako 1, Nepal 1, Ukrayna 1, Butan 1, Komara Demokratîk a Kongoyê 1, Cebelitarik 1, Vatîkan 1, Jamaîka 1, Liechtenstein 1, Mogolistan 1, Saint Barth 1, Togo 1, Qibrîsa Bakur 1 û Tirkîye 1."

Bianet

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin