Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin

Li Çewligê muzîkjenek hat kuştin

.

A+A-

 Li Çewligê 4 roj bûn ji muzîkjen Denîz Ayaz agahî nedihat girtin û cenazeyê wî hat dîtin. 
 
Li Çewligê 4 roj bûn agahî ji Denîz Ayaz (35) ê muzîkjeniya dawetan dikir, nedihat girtin. Malbata Ayaz ê winda bûbû serî li Cendirmeyan da.
 
Ji bo Ayaz xebata lêgerînê hatibû destpêkirin. Duh li gundê Hecî Çayir yê girêdayî navenda Çewligê gundiyan di hundirê kîsikê çopê de cenazeyek aydî zilamekî dîtin.
 
Tîmên cendirmeyan çûn cihê bûyerê û li gorî tespîta ewil hat diyarkirin ku cenaze aydî muzîkjen Denîz Ayaz ê agahî jê nedihat girtin e. 
 
Hat diyarkirin ku Ayaz bi guleya sîlehê hatiye kuştin û cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Welidandin û Nexweşînên Zarokan a Çewligê. 
 
KESEK HAT BINÇAVKIRIN 
 
Ji bo kujerê Ayaz were dîtin lêpirsîn hat birêvebirin. Têkildarî bûyerê S.A. li Xarpêtê hat binçavkirin. Malbat ji vî kesî bi guman e û ev kes di heman komê de bi Ayaz re li tembûr dida. Hat zanîn ku S.A. dê bibin Çewligê. 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin