Li Bedlîsê daristan hê jî dişewite

Li Bedlîsê daristan hê jî dişewite

.

A+A-

Li Bedlîsê 3 roj in daristan dişewite. Her weha ji bo vemirandina agir midaxele nayên kirin û bi hezaran hektar şewitiye.

 

Li Ava Weqfê ya serbi navenda Bedlîsê 3 roj in daristan dişewite. Her weha ji bo vemirandina agir midaxele nayên kirin û bi hezaran hektar şewitiye.

Li herêma Ava Weqfê ya serbi navenda Bedlîsê ji 30ê Tebaxê heta niha agir bi daristanan ketiye û her diçe  berbelav dibe.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê herêmê midaxeleyî şewatê nayê kirin û agir li herêmên çiyayê di navbara Bedlîs û navçeya Hawêl a Sêrtê belav bûye. 

Duh êvarê agirê ku bi daristanê ketiye gihîştiye gundê Hurmiza serbi navçeya Motkaya Bedlîsê û tîmên agirkujiyê û niştecêyên herêmê şewat kontrol kiriye. Şewata li quntara Çiyayê Boz berdewam dike. (AY)

*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin