Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 372 gundan hat girtin

Li Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêya 372 gundan hat girtin

.

A+A-

 Li her pênc bajarên Bakurê Kurdistanê  Wan, Bedlîs, Mûş, Agirî û Îdirê ji ber berf û bagerê rêya 372 gundan girtî ye.

Li Mûşê berfa ku 2 roj e bi navber dibare, di veguhestinê de bû sedema astengiyan.

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir, ji ber barîna berê li navendê rêya 50 gundan, li navçeyan jî li Kopê rêya 55 gundan, li Milazgirê rêya 56 gundan, li Gimgimê rêya 31 gundan, li Xartsê rêya 15 gundan û li Tîlê jî rêya 17 gundan girtî ye.

Yentur bal kişand ku ekîban ji bo vekirina rêyan, xebat dan destpêkirin û ji bo rewşên bilez jî ekîbek amade disekine.

Herwiha ekîbên Şaredariya Mûşê jî li ser rê û peyarêyan xebata paqijkirina berfê kirin.

Bedlîs

Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umit Kurtkan jî diyar kir ku li bajêr ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 25 gundan girtî ye û xebatên vekirina rêyan jî berdewam in.

Wan

Li Wanê ji ber şertên neyînî yên hewayê rêya 2 gundan tuneye.

Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan xebat dan destpêkirin, herwiha li navenda bajêr jî li rêyên serekî xebatan didomînin.

Li ciyên bilind jî ji ber barîna berfê ajokaran car caran zehmetî kişand.

Agirî û Îdir

Bi taybetî li cihên bilin ligel berfê ji ber pûkê li Agiriyê rêya 102 li Îdirê jî rêya 9 gundan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li van bajêran bênavber xebatên paqijkirina berfê didomînin.

Ji aliyê din va li Erziromê rêya 135 taxan, li Îdirê ya 18 û li Qersê jî rêya 6 gundan di encama xebatên ekîban da ji nû va hat vekirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin