“Li Amedê nîvê zarokan nekarîbû sûdê ji perwerdeya online werbigirin”

“Li Amedê nîvê zarokan nekarîbû sûdê ji perwerdeya online werbigirin”

.

A+A-

Hatîce Efe, Sekretera Şaxê Hejmar 1ê ya Egitim-Senê gotiye, “Ji 47 hezar û 228 xwendekarên ku pola 8an qedandine bi tenhe 4 hezar û 300 kesan navê xwe li saziyên perwerdeya fermî tomar kirine. 195 xwendekarî nekarîbû sûdê ji perwerdeyê werbigirin.
 

Sendîkaya Perwerde û Kedkarên Zanistê (Egitim-Sen) ya Amedê, rapora xwe derbarê nîvê sala perwerdeyê ya 2020 û 2021an de aşkere kiriye.

Ji bo raporê aşkere bikin, rêveberên Sendîkayê li avahiya Şaxa 1em a Sendîkayê civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Hatîce Efe, Sekretera heman şaxê daxuyanî xwendiye û gotiye ku di dema şewba Covid-19ê de komên paşwendî bi taybet pirsgirêk ji bo wan derketiye da ku bikaribin sûdê ji perwerdeyê werbigirin.

“4 hezar û 300 xwendekarî navê xwe tomar nekiriye”
Efeyê destnîşan kiriye ku li Amedê 400 û 92 hezar û 975 xwendekar hene û ji 47 hezar û 228 xwendekarên ku pola 8an qedandine bi tenhe 4 hezar û 300 kesan navê xwe li saziyên perwerdeya fermî tomar kirine. Efeyê gotiye ku Midûriyeta Perwerdeyê ya bajêr 4 hezar û 500 tablet belav kiriye û wiha dewam kiriye:

“Çareserî ji bo 195 hezar xwendekaran nehatiye dîtin ku nekarîbûn ji perwerdeya online sûdê werbigirin. Di dema şewbê de kedkarên perwerdeyê ji bo qalîteya waneya bilintdir bikin komputer, tablet û xetên înternetê kirîne û bi rê û rêbazên cida cida hewl dane xwe bigihînin xwendekaran.”

“Nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê pirsgirêkeke cidî ye”
“Pirsgirêka perwerdeya zimanê dayikê li bajarê me li ber bidestxistina perwerdeyê pirsgirêkeke cidî ye.”

Hatîce Efeyê derbarê pirsgirêkên li Amedê jî ev tişt gotine:

*Ji nîvê xwendekarên li bajarê me nekarîbûn sûdê ji perwerdeya online werbigirin.

*Di Kanûna Paşiyê de biryara xirakirina 9 avahiyên dibistanan hatibû standin lê ev pêvajo nehate destpêkirin û di vê demê de ti avahiyeke din ji bo dibistanan nehatiye çêkirin. Xwendekar şandine dibistanên derdorê û ew mexdûr kirine.

*Kedkarên perwerdeyê hatine desteserkirin, zexl li wan kirine, lêpirsîn û mobbingên li ser wan dewam kiriye.

*Bi qasî pêwistiyan dersdar nehatine tayînkirin û li gelek dibistanan dersdarên bi pere, bi mehaneyên hindik xebitîne û keda wan hatiye xwarin.

*Di nava şert û mercên pandemiyê de hejmara polan hindiktir nekirine û li gelek dibistanan hejmar ji dema asayî zêdetir bûye.

* Dema ku dibistan vekirîbûn kelûpelên paqijiyê têr nehatine belav kirin û li dibistanên ku hejmara xebatkarên paqijkirinê kêm bûne, ti kesên din nehatine wezîfedarkirin.

*Xwendekaran bi îradeya xwe nekarîbûn dersên bijarte hilbijêrin. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin