Li Amedê mirina jinekê ya bi guman

Li Amedê mirina jinekê ya bi guman

.

A+A-

AMED - Gulşen Kaya ya li navçeya Yenîşehîrê dijiya, bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin.
 
Gulşen Kaya (35) ya li taxa Alîpinar a navçeya Yenîşehîra Amedê dijiya, li mala xwe bi awayekî gumanbar mirî hat dîtin. Piştî ku tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespît kirin Kaya jiyana xwe ji dest daye, polîs ji bo ku lêkolînê bikin hatin malê. Piştî lêkolînê tîmên tenduristiyê cenazeyê Kaya birin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku wê piştî kirariyên otopsiyê cenazeyê Kaya li Gundê Xitmêran ê navçeya Çinarê were veşartin.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin