
Li Amedê mibîbûsa xwendekaran wergerîya
Li navçeya Henê ya Ameda Bakurê Kurdistanê minîbûsa xwendekaran wergerîya û di qezayê de jê yek giran bi tevahî 9 kes birîndar bûn.
A+A-
Navenda Nûçeyan- Li gor agahîyan, minîbûsa xwendekaran ya ku pîleqeya wê 10 BDG 97 e û M.T diajot û ji bajaroka Burakê ber bi Henêyê ve diçû di rê de tekerê wê teqîya.
Minîbûs li ser vê ji kontrolê derket û wegerîya. Di qezayê de Abdulazîz, Emîne, Seyîd, Polat, Sevcan, Canan, Tulîn û Ramazan Topkaya û Bariş Narîn birîndar bûn.
Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Henêyê hatin veguhestin.
Li vir piştî midaxeleya ewil ji birîndaran Sevcan, Abdulazîz, Seyîd û Canan Topkaya bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl hatin şandin.
Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Sevcan Topkaya giran e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin