Li Amedê mask êdî ferz e!

Li Amedê mask êdî ferz e!

Parêzgarê Amedê Hesen Besrî Kîyozeluglo li ser twîttera belav kirîye, ku derketina derve bê mask qedexe ye

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di twîtta parêzgarê Amedê de hatîye, ku wan nikarîbû di babeta mask û parastina mesafeya di navbera wan de, bigihin wê asta ku dixwazin, ji ber vê yekê ji 10ê Hezîranê ve derketina derve bê mask qedexe ye.

Kîyozluglo herwiha tekez kir, ku nabe di minibus û otubusan de, kes li ser pîyan raweste û divê li gor hejmara kursîyan xelkê helgirin.

Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustîya Tirkîyê, heta niha 141 hezar û 380 kes bi koronayê ketine û 4 hezar û 711 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li alîyekî din, Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê Fahrettin Koca jî derbarê rewşa belavbûna vîrusa koronayê de hişyarî daye û ragihandîye, eger tedbîr bêne kêmkirin, dê rewş xirabtir be û hejmara tûşbûyan zêdetir bibe.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin